Kurdistan
Ereba tîma Rûdawê qeza kir
PeyamaKurd- Ereba ku tîma Rûdawê dibir sînorê Îranê, di navbera Batman û Sêrtê de,li navçeya Hezzo (Kozluk) bi sedema şertên hewayî ku nexweş bû, welgeriya û 3 kes birîndar bûn. Ragihandin ji aliyê malpera Rûdawê de hat kirin.
Berpirsê Rûdawê yê Diyarbekirê Maşallah Dekak, kameramanê Rûdawê Şakır Uygar û ajotvan Cihan Demirtaş birîndar bûn. Tîma Rûdawê diçû ser sînorê Îranê bo şopandina dorpêça Amerîkayê bo ser Îranê.
Birîdaran ji ciyê qezayê birin nexweşxaneya dewletê ya Batmanê.