Kurdistan
Erebe li zarokê xist û reviya
PeyamaKurd- Li bajarê Mûşê li navçeya Bûlanixê erebeyeka ku plaka wê diyar nîne li zarokekî 10 salî yê bi navê Tolga Tuntel xist û reviya. Tolga li ser rê ji xwe re dimeşiya. Tolga li ciyê bûyerê can da û hêzên ewlekariyê bo ajotvan bigrin ketin nav tevgerê.
Li ser bûyerê malbata Tolga gelek şaş û xemgîn bû. Malbat li gundê Balotu dijî ku navê gund yê Kurmancî nehaiye diyarkirin. Cenazê Tolgayê biçûk birin nexweşxaneya dewletê ya Bîlanixê bo otopsiyê.