TR KU SO
FB X
Kurdistan

Êrîsa qereqola Kîlîsê HRE girt ser xwe

Admin M
Nivîskar
📅 22 mijdar 2022 04:05

PeyamaKurd – Piştî operasyonên Tirkiyê yên ser Roajavayê Kurdistanê û Herêma Kurdistanê ku li 89 noqteyan xistin, hinek kes an rêxistin bi roketan li bajarê Kîlîsê li devera deriyê Öncüpinarê yê sînor xistin û di encamê de komserekî, 6 polîs, lekerekî bi temamî 8 kes birîndar bûn. Birîndariya 8 kesan ragihandina wezareta karên derve ya Tirkiyê ye. Lê bûyera êrîşê HRE girt ser xwe. HRE her weha ragihandin ku li hemberê êrîşa hewayî ya ser Rojava ya ji aliyê Tirkiyê de ku do li Marê ji bo ser baregeha Dabikê hatibû kirin, HRE girt ser xwe.

Rêxistina HRE (Hêzên Rizgariya Efrînê) ragihand ku ji bo bersiva êrîşên Tirkiyê bide, wan bûyeran kiriye. Li ser mijarê HRE weha got:

“Artêşa dagirker ya Tirkiyê êrîşên xwe yên ser axa me dide dewamkirin. Di van rojan de êrîşên xwe zêde kiriye. 2 roje êrîşên Tirkiyê yên hewayî dewam dikin, piraniya êrîşan li ser jîngehane, di encama êrîşan de gelek hemwelatiyên me şehîd ketine û birîndar bûne.

Li hemberê van êrîşan hêzên me di 20 mijdarê de du êrîşan bir ser artêşa Tirkiyê. Yek jê êrîşa ser qereqola Öncüpınarê ya polîsên tevgera taybete û di encamê de kemserekî û 3 polîs hatin kuştin û 8 kes birîndar bûn.

Êrîşa duyem ya ser devera Marê ya ser baregeha Dabîkê ye. Di encama vê êrîşê de 3 leşker hatin kuştin û 4 leşker birîndar bûn.

Di encama êrîşa Qarqamîşê de 3 kes jiyana xwe ji dest dabûn û heya niha kes bûyerê negirtiye aliyê xwe.

Parve bike: