Kurdistan
Êrîseke bombeyî li Kampa Mexmûrê hat kirin
PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku ji aliyê çavkaniyên Kampa Mexmûrê ve hatin ragihandin, îro ji aliyê droneke artêşa Tirk ve Kampa Mexmûrê hatiye bombebarankirin.
Li gorî agahiyên destpêkê, êrîş îro saet di derdora 12:40an de pêk hatiye. Di agahiyên hatin parvekirin de hat diyarkirin ku dronê baregeheke çekdarên PKKê kiriye armanc.
Medyaya nêzîkî PKKê jî li ser bûyerê ragihand ku artêşa Tirk Kampa Mexmûrê ya Penaberan bombe kirine û di encamê de sivîlekî bi navê Ebu Zêd Ebdullah, canê xwe ji dest daye.
Heta niha ji aliyê Rêveberiya Kampa Mexmûrê ve li ser ziyanên canî û madî, daxuyaniyek nehatiye dayîn.