TR KU SO
FB X
Kurdistan

Ev gund mêvanan qebûl nake

Admin M
Nivîskar
📅 05 nîsan 2020 00:10

PeyamaKurd- Gundê bi navê Doğanlı (Ertûş) ku ji navçeya Geverê ya Hekkariya bi 20 km yan dûre, piştî di gundê wan de koronavîrus peyda bûye li ser devê rê, bi dîreka elektrîkê ve pankartekî daleqandin û tê bi Tirkî gotin ku nema gundê wan mêvanan qebûl dike.

Pankartê gundê Ertûşê di ser hesabê qeymeqamê Geverê de jî hat belavkirin û qeymeqam ragihand ku ew destekê dide gundiyan. Qeymeqam got ku hema bo demekî xwe ji mêvandariyuê dûr bigrin heya koronavîrus biqede û mesafeya navbera xwe biparêzin.

Parve bike: