TR KU SO
FB X
Kurdistan

Eyad Elawî: Rola cenabê Mesûd Berzanî ji bo Kurdistan û Iraqê gelek bi bandor e

Admin H
Nivîskar
📅 19 hezîran 2019 22:24

PeyamaKurd - Îro roja çarşemê li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Eyad Elawî Serokê Hevpeymaniya Niştimaniya Iraqî û Serokê Girdibûna Mînbera Iraqî û şandekî li gel kir ku ji endamên Komîteya Navendî ya Mînberê pêkhatibûn.

Ofîsa Serok Mesûd Barzanî belav kiriye di destipêka hevdîtinê de Eyad Elawî armancên Girdibûna Mînbera Iraqî ronahî kir û ragihand ku Mînber Girdibûneke berfireh ya kesayetiyên miyanrew û niştimanperwerane û kar ji bo wê dike hemû pêkhatên neteweyî û olî yên Iraqê wekhev bin.

 

Herwiha li vê hevdîtinê de Serokê Mînbera Iraqî pêzanînên xwe ji bo rola erênî û bi bandor ya Serok Barzanî derbirî û ragihand: “Rola cenabê rêzdar li ser asta Iraq û Kurdistanê gelek bi bandor û berçave û niha jî ji bo parastina demokrasiya li Iraqê me hemûyan gelek zêdetir pêwîstî bi wê rola cenabê we heye.”

 

Her li vê hevdîtinê de di derbarê rewşa siyasî ya Iraqê û peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexda de danustandina bîr û ramanan kirin û tekez li ser guftûgoya binyadner ya ji bo çareseriya hemû kêşeyan kirin.

Parve bike: