TR KU SO
FB X
Kurdistan

Fermandarê HSD: Artêsa Tirk êrîsan berfireh dike û baregehên nû çêdike

Admin H
Nivîskar
📅 20 mijdar 2020 22:04

PeyamaKurd – Fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Erdal Kobanê, li ser zêdebûna tevgera artêşa Tirk û komên çekdar li xeta Eyn Îsa û Girê Spî got, êrîşên bejahî û hewayî  berdewam dikin û ew êrîş li gorî hiqûqa şer a cîhanê sûc in.

Erdal Kobanê ji ANHAyê re gotiye, êrîşên berdewam ên têne kirin sivîlan dikin armanc û ligel berfirehkirina wan êrîşan jî baregehên nû têne çêkirin.

Fermandarê HSDê dibêje, dewleta Tirk guh nade tu qanûn û peymanên hiqûqa şer û êrîşên bejahî û hewayî didomîne ku sivîlên herêmê bedelê giran didin.

Kobanê diyar kiriye, artêşa Tirk û komên çekdarên bi ser wê ve, bi hewan, obus û topan cih û warên sivîlan dikin armanc û ji ber wê jî sivîl neçarî koçberiyê dibin.

Parve bike: