Fermandarê HSDê: Di rêkeftina bi Samê re wê Rûsya garantor be
PeyamaKurd- Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlum Kobanî dîyar kir ku Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser rêkeftina di navbera wan û hikûmeta Sûrîyê de bertek nîşan nedaye.
Mezlûm Kobanî ji kanala Ronahî TV re da zanîn ku Rûsya dê garantorê peymana di navbera HSD û Şamê de be. Kobanî amaje kir ku ewê piştre bi hikûmeta Sûriyê re derbarê peymanê bixebitin û bal kişand ku ew peyman bo mafên Kurdan bingeha çareseriyeke siyasî çêdike.
Tirkiyê hefteya borî dijî Yekîneyên Parastina Gel (YPG), ku pêşengîya HSDê dike, dest bi operasyonê kiribû.
Amerîkayê, leşkerên Amerîkî ji herêma operasyonê vekişandibû û hêzên hikûmeta Sûriyê û leşkerên rûsî li şûna yên amerîkî bi cî bûbûn.
Mazlum Kobanî got ku li gor peymanê leşkerên Sûrİyê dê li sînor bi cîh bibin û da zanîn ku nûçeyên ku dibêjin HSDê axa xwe bi temamî daye hêzên hikûmetê ne rast in. Kobanî diyar kir ku şervanên HSDê bala xwe dane ser operasyonê Tirkiyê û da zanîn ku û niha armanca wan a sereke ne şerê li dijî rêxistina terorê ya DAIŞê ye.
General Mezlûm bi berdewamî amaje kir ku şervanên wan berpirsên 12000 çekdarên DAIŞê yên girtî ne.