Fermandarê HSDê Mazlum Ebdî peyama Newrozê belav kir
PeyamaKurd – Fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî bi sedema cejna Newrozê peyamekî belav kir û got ku Newroz cejna berxwedanê û hebûnê ya milletê Kurd e.
Mazlum Ebdî, li bajarê Hasekiyê tevlî pîrozbahiyên Newrozê bû û di axaftina xwe de got ku Newroza îsal ji bo wan vateyekî wê yê dinê heye, di pêvajoya şer de derbas bûne, hevalên wan yên girtî û şehîdên wan hene.
Ebdî got ku xebatên ji bo azadkirina hevalên xwe dewam dikin û bi xêra şehîdan îsal li Sûriyê Newrozê pîroz dikin. Ebdî xwest ku Newroz bibe sedema jinaneka azad û aştiyane ji bo milletê Kurd. Ebdî got:
“Em bi dilekî germ cejna Newrozê û sersala Kurdî li malbatên şehîdan, girtiyan, hevalên birîndar, li şervanên me û hemû Gelê Kurd pîroz dikin.
Agirê Newrozê ji bo me sembola têkoşîn û xebata azadiyê ye. Bi hêviya ku Newroza îsal bibe bingeha yêkîtiya netewî ya Kurdî, parastina milletê Kurd û herêmê.
Agirê Newrozê ji bo remza têkoşîna azadiyê û serbestîye ye. Bi hêviya ku Newroza îsal ji bo milletê Kurd bibe bingeha yekîtiya netewî, bibe wesîla parastina mafên destkeftî, bibe garantiya xistina mafên milletê Kurd di destûrê de û ji bo milletê herêmê aştiyê bîne.
Ji bo temamê milletê Kurd newrozên xweş. Bijî Newroz.”