Kurdistan
Fermandarê Pêsmerge: PKKê hinek baregehên li Singalê vala kirin
PeyamaKurd – Fermandarê Pêşmerge li Şingalê Qasim Dirbo got ku PKKê ji ber metirsiya bombardimanên Tirkiyê beşek ji baregehên xwe yên li Şingalê vala kirine.
Li gorî nûçeya BasNewsê Qasim Dirbo gotiye, PKKê beşek ji baregehên xwe yên li Şingalê vala kirine û beşek ji wan çekdarên PKKê yên ku xelkê Rojava û Bakûrê Kurdistanê ne, ji Şingalê derketine.
Qasim Dirbo diyar kir, PKKê ji tirsa bombardimanên Tirkiyê ew kar kiriye.
Dirbo da zanîn, li şûna wan çekdarên PKKê yên ku ji Şingalê derketine, çekdarên PKKê yên ku xelkê Şingalê ne, bicih bûne.
Di êrîşa dawî ya balafirên Tirkiyê de, fermandarê Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YPBŞ) Zerdeşt Şingalê û çend çekdarên din yên PKKê can dabûn.