TR KU SO
FB X
Kurdistan

Fermangeha Medya û Zanyariyê: Em dilgiraniya xwe ji ber wê rûdawa diltezîn radigihînin

Admin L
Nivîskar
📅 19 gulan 2021 13:00

PeyamaKurd – Fermangeha Medya û Zanyariyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, li ser şewitandina hemwelatiyekî Kurd li ber baregeha Neteweyên Yekbûyî û belavkirina dîmenên xweşewitandina ji aliyê çend kanalên medyayê daxuyaniyek belav kir û diyar kir, karên wan kanalan bi tûndî şermezar dikin.

Fermangeha Medya û Zanyariyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir: ‘’Em dilgiraniya xwe ji ber wê rûdawa diltezîn radigihînin û bi tûndî karê wan kanalên medyayî yê xwe şewitandina hemwelatiyekî belav kirine şermezar dikin. Bêyî guhdana karê ehlaqî yên rojnamegeriyê û yasayan û biryarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi şêweyekî dilhişkî romala vê rûdawê kirine bêyî hest bi karê rojnamegeriyê bikin. ‘’

Herwiha Fermangeha Medya û Zanyariyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê destnîşan kiriye, divê aliyên peywendîdar rêgiriyê bikin.

Li Herêma Kurdistanê li bajarê Hewlêrê 2 Kurdên Rojhilat, xwestin îltîca wan ji aliyê Neteweyên Yekgirtî de bê qebûl kirin, lê NY daxwaza wan red kir. Li ser redkirina daxwaza wan, her du Îranî li ber baregeha NY xwepêşandan kirin û bûyer protesto kirin.

Yek ji wan li ber kamerayên televîzyonan benzîn bera ser xwe da û agir bera bedena xwe da. Kesên li derdorê bûn, agir vemirandin û penaber birin nexweşxanê bo tedawiyê. Bûyer li ber çavê çapemeniya Kurdistanê çêbû û di dîmenên televîzyonê de tê xuyakirin ku herî kêm 3 televîzyonên Kurdistanê li wê derê bûn.

Parve bike: