TR KU SO
FB X
Kurdistan

Feylesfofê Frensî Bernard Levy bo Serok Barzanî: Pêsmergeyê efsanewî, servanê nejbîr

📅 12 berfanbar 2019 17:11

PeyamaKurd -  Feylesofê Frensî û dostê Kurdan Bernard Henry Levy duh serdana Herêma Kurdistanê kir û bi Serok Barzanî re hevdîtinek kir. Piştî wê hevdîtinê Levy, bi pesinkarî behsa Serok Barzanî kir.

Felesofê frensî Bernard H.Levy, piştî serdana xwe ya duh bo Herêma Kurdistanê, wêneyekî xwe yê ligel Serok Barzanî li ser tora civakî parve kir. Levy li binê wî wêneyê bi pesindayîn behsa Serok Barzanî kir.

Bernard H. Levy ev tişt nivîsîn: “Îro ligel Mesûd Barzanî. Ligel Bavê Neteweya Kurd, Pêşmergeyê efsane, Serkeftiyê Destana Sihêla ya piştî Referandûma Serxwebûnê. Ew dê bi têkoşîna xwe ya bo azadî û mirovahiyê neyê jibîrkirin û di dîrokê de cihê xwe bigire.”

Feylesofê Frensî Bernard H.Levy, berê jî bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Kobanî re civiyabû û diyar kiribû ku Kobanî fermandarekî efsanewî ye û tirsa herî mezin a Erdoganî ye.

Parve bike: