Kurdistan
Franco Frattini: Li Ewropayê lîderekî xurt ku derkeve pêsberî Erdogan tune ye
PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê berê yê Îtalyayê Franco Frattini da xuyakirin ku di nav Yekîtiya Ewropayê (YE) de lîderên xurt ku bikaribin li hember Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan rawestin tune ne.
Franco Frattini got, li Îtalyayê fermandariyek siyasî tune ye û diyar kir: “Ez ti rêveberên rastî û xurt di nav Yekîtiya Ewropayê (YE) de nabînim ku bikaribin ji Serokomarê Tirkiyê re bibêjin êdî bes e, dev ji sûcên xwe yên li Rojhilata Navîn berde.”
Frattini bang li serokê hikumeta Terablusê yê li Lîbyayê Fayez Sîrac jî kir ku êrîşên leşkerî bisekinînin û vegerin ser rêbaza danûstandinê da ku agirbest li Lîbyayê pêk were.