Fuad Husên: Dixwazin pirsgirêkên xwe bikin nav Herêma Kurdistanê
PeyamaKurd- Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Faud Husên, li ser êrîşên Îran û Tirkiyeyê yên li dijî axên Herêma Kurdistanê axivî û ragihand ku Îran û Tirkiye, dixwazin pirsgirêkên yên navxweyî xwe bikin nav Iraq û Herêma Kurdistanê.
Faud Husên, di axaftina xwe ya duh a paneleke Foruma El-Rafîdeyn de li Bexdayê tê rêvebirin de axivî. Husên di axaftina xwe de êrîşên hêzên Tirkiye û Îranê yên li dijî axên Herêma Kurdistanê nirxandin.
Wezîr Fuad Husên diyar kir ku Îran û Tirkiye, partî û rêxistinên dijberên xwe wekî hinceta bombekirina xaka Herêma Kurdistanê bi kar tînin ku partî û rêxistinên dijberên Îran û Tirkiyeyê, pirseke taybet a wan herdu welatan e, lê belê ew herdu welat dixwazin pirsgirêkên xwe yên navxweyî bînin nav xaka Iraqê.
Fuad Husên, li ser PKK û Tirkiyeyê jî axivî û got ku “PKK, rêxistineke Tirkiyeyê ye, ji sala 1991ê ve li nav xaka Herêma Kurdistanê ye û ji Iraq û Herêma Kurdistanê re bûye pirsgirêk. Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê jî ji salên heftêyî yên sedsala borî ve li Iraqê ye.
Bombebarana Îran û Tirkiyeyê wê rastiyê derdixin ku ew dixwazin pirsgirêkên xwe veguhêzin nav Herêma Kurdistanê.
Wezîrê Iraqî li ser parastina sînorî jî got
“Ev, berpirsiyariyeke hevbeş e di navbera Iraq û Îranê de ji aliyekê ve û Iraq û Tirkiye ji aliyekî din ve. Wekî mînak, heger ew herdu welat rewatiyê didin xwe ji bo parastina li asayîşa xwe ya navxweyî hêzên xwe bikişînin nav xaka Herêma Kurdistanê û operasyonên leşkerî bikin, ma ew ê razî bin ku Iraq ji bo wê mebestê bide nav xaka welatên wan?
Pirs di vir de ye, ma belgeyên Neteweyên yekgirtî û yasayên navdewletî rê didin operasyonên leşkerî yên Îran û Tirkiyeyê? Bêguman: Na”
Husên di dawiya axaftina xwe de êrîşên li dijî Hewlêrê jî bi bîr xistin û got,
“Dema êrîşa moşekî li dijî Hewlêrê hatibû kirin, komîteyek hat avakirin û derket ku ew cihê hatiye armanckirin, cihekî niştecihbûna xelkê sivîl bûye, lê belê Îranê îdia kiribû ku baregeheke Mossadê hatiye armanckirin.”