Fuad Husên ji bo Davutoglu: Li ser soza xwe nesekinî!
PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên ragihand, di serdana xwe ya Diyarbekirê de, wî cil û bergên gelêrî yên Kurdî, şal û şapik ji Ahmet Davutoglu re şandiye ku di Newrozê de li xwe bike.
Huseyîn bi gotina “Got ez ê li xwe bikim lê li xwe nekiriye” nerazîbûn nîşan da. Fuad Husên derbarê mijarên balkêş û herwiha rojevê de bersiva pirsên xwendekarên zanîngehên Herêma Kurdistanê da.
Dema ku ji xwendekarê bi navê Şad Dêrsimî derbarê têkiliyên wî yên şexsî û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û nêrîna Erdogan a li ser Kurdistanê hat pirsîn, Fuad Husên wiha bersiv da:
“Dema ez li Herêma Kurdistanê bûm, gelek caran ji bo pirsên siyasî serdana Tirkiyê kiribûm. Lê ez bi piranî bi Davutogluyê ku wê demê Wezîrê Karên Derve bû re hevdîtin dikim. Lê ez di serdanên wan de bi Serok Barzanî û Nêçîrvan Barzanî re bûm. Ez jî beşdarî gera Diyarbekirê bûm, Şivan Perwer jî li gel me bû. Me hemûyan cil û bergên Kurdî li xwe kiribûn.”
Huseyîn wiha pê de çû: “Me bihîstiye ku we du deste cil û bergên Kurdî diyarî daye Ahmet Davutoglu” û got, “Em li kêleka hev rûniştibûn. Min cilên Kurdî li xwe kiribûn, wî got "Ev bedew in" min got, wê çaxê ez ê du heban ji te re bişînim, lê bi şertê ku tu di Newroza din de wan li xwe bikî. Wî got ez ê li xwe kim. Min jê re şand, lê li xwe nekir.”
Li ser gotina moderatorê “Bila ev bibe gazin” Huseyîn wiha got: “Eger ez careke din bibînim, ez ê vê gazinê ji wî re bibêjim. Lê niha şert û merc cuda ne, ez li meqameke cuda me, ew cuda ye.”