Gelê Efrînê dijî dagirkeran xwepêsandan kirin
PeyamaKurd - Rûniştiyên hin gundên navçeya Efrînê li dijî komên dagirker û hêzên Artêşa Azad a Sûriyê ku bi piştgiriya Tirkiyê ne xwepêşandan li dar xistin.
Hat ragihandin ku rûniştiyên gundê Kuranê piştî ku hêzên Artêşa Azad a Sûriyê li xortekî dan, bi lidarxistina xwepêşandanekê xwestin ku dagirker ji gundê wan derkevin
Li gorî nûçeyên belavbuyî, hêzên Artêşa Azad a Sûriyê ji billî pêkanîna xof û tirsê li nav xelkê, bêhurmetiyê li xelkê dikin û mal û heyitiyên wan talan dikin.
Herftiya bihurî jî xwepêşandaneke wiha li bajarê Efrînê ji ber reftara xerab a hêzên Artêşa Azad yên piştgiriya Tirkan digirin hat lidarxistin.
Êrîşa eskerî ya artêşa Tirkan li ser navçeya Efrînê bi navê Çiqla Zeytûnê ji 20ê Çileya 2018an va dest pê bû û bi sedan welatiyên asayî li vê deverê hatin kuştin an birîndar bûn û bi sedan gund û bajarok wêran û bi hezaran welatiyên sivîl jî neçar man terka mal û gundên xwe bikin.
Dewleta Sûriyê bi dagirkerzanîna dewleta Tirkiyê li êrîşa leşkerî ser Efrînê û deverên din li bakurê vî welatî, xwest ku hêzên Tirkiyê ji axa vî welatî vekişin.
Dawiya meha bihurî jî navenda nasyar bi Çavdêriya Mafên Mirov li Sûriyê ragihand ku çekdarên koma çekdar a Artêşa Azad a Sûriyê ku ji aliyê artêşa Tirkiyê va tên piştgirîkirin, mal û heyitiyên rûniştiyên navçeya Efrînê talan dikin.