Kurdistan
Generalê Tirk ê avakarê siyaseta Libyayê îstifa kir
PeyamaKurd – Generalê Tirk Cîhat Yayci ku ji aliyê FETOyê ve ji doza Ergenekonê hatibû girtin û piştî hewla darbeyê jî hatibû berdan û ji nû ve vegeriyabû artêşa Tirkiyê, îstîfa kir.
Tumamîral Cîhat Yayci piştî ku demek berê ji aliyê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ji erka xwe ya fermandariya hêzên deryayî bo navendê hatibû vekişandin, îro 18ê Gulanê ragihand ku wî karvekêşana xwe daye.
Yayci li ser sedema îstifayê jî gotiye, “Rûmet û heysîyeta min hat şikandin”.
Yayci piştî şerê AKPê yê bi FETOyê re ji girtîgehê hatibû berdan û ji nû ve di artêşê de dest bi erka xwe kiribû. Ew wekî avakarê siyaseta Tirkiyê ya qada deryayî tê naskirin û herwiha mîmarê peymana ligel hikûmeta Wîfaq a Libyayê hatiye pêkanîn e.