Generalên Kurd Xezal Seydo ji bîr nekirin!
PeyamaKurd – Generalên Kurd ên Hêzên Zêrevanî yên Pêşmerge, siyasetmedar û hunermendên Kurd li Almanyayê ji bo sersaxiyê serdana malbatê û mezelê Xezal Seydo kirin ku 3 meh berê li bajarê Bonn ê Almanyayê koça dawî kiribû.
Hefteya borî hejamarek general û fermandarên Hêzên Zêrevanî yên Pêşmerge li ser vexwendina Wezareta Berevaniya Fransayê serdana Parîsê kiribûn û tacegul danîbûn ser monomenta Leşkerê Bênav.
Di vê roja dîrokî bo Kurdan de, Wezareta Berevaniya Fransayê, nûnerên akademîya meşkerî û dîyasporaya Kurdan jî beşdarî merasîmê kiribûn.
Generalên Kurd ên li Parîsê bûn herwiha çûn serdena mezelê Xezal Seydoyê ku 3 meh berê li bajarê Bonn ê Almanyayê wefat kiribû. Siyasetmedar û hunermendên Kurd jî ligel generalên Zêrevanî di wê serdanê de amadehî kirin.
Di serdana mezelê Xezal Seydo de; ji hêzên Zêrevanî General Behcet û General Gazî, ji siyasetmedarên naskirî yên Kurd Rojhat Amedî, ji civata hunera Kurdî Nîzamettîn Ariç, Xêro Abbas, Franko Abdurahman Omer û xêrxwazê naskirî yê civaka Êzidî Şêx Yusuf Elo jî amadehî kirin. Heman kes piştî serdana mezel jî serdana malbata Xezal Seydo kirin û ji wan re sersaxî xwestin.
Xezal Seydo, kesayeteke hêja ye ku dema Hikûmeta Başûrê Kurdistanê nû dihat pêkanîn, bi saziyên Almanî re danûstandin kiriye û di alîkariyên bo Başûrê Kurdistanê de xwedî roleke girîng e. Kesên ku serdana mezelê Xezal Seydo kirin jî ji wê heyamê ve pê re hevnas bûn.