TR KU SO
FB X
Kurdistan

Geştên esmanî yê Iraqê we dîsa bên destpêkirin

Admin H
Nivîskar
📅 08 nîsan 2026 14:36

PeyamaKurd - Li Iraq û Herêma Kurdistanê trafîka hewayî ji êvara Çarşemê, 8ê Nîsana 2026an pê ve asayî dibe. Desthilata Hewavaniya Sîvîl a Iraqê ragihand ku li hemû balafirgehên sereke yên welat firîn dê ji nû ve be dest pê bikin. Balafirgehên ku dê firîn lê bên kirin

Cîgirê Serokê Desthilata Hewavaniya Sîvîl a Iraqê Bengîn Rêkanî, navên navendên ku dê geştên hewayî lê bên kirin wiha rêz kirin:

Herêma Kurdistanê: Hewlêr û Silêmanî.

Iraq: Bexda, Kerkûk, Mûsil, Necef û Besra.

Li Hewlêr û Silêmaniyê amadekarî hatin kirin

Bi vekirina asmên re, li balafirgehên navdewletî yên herêmê liv û tevger dest pê kir. Agahiyên herî dawî yên ji rayedarên balafirgehan wiha ne:

Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê: Midûr Ehmed Hoşyar diyar kir ku agahiya fermî gihîştiye destê wan û ji bo destpêkirina operasyonan hemû amadekariyên pêwîst ketine dewrê.

Balafirgeha Navdewletî ya Celal Talebanî (Silêmanî): Rêveberiya balafirgehê ragihand ku piştî şîretên firokeyan bernameyên xwe yên firînê nû bikin, dê geşt di demek herî nêz de bê navber berdewam bikin.

Piştrastkirina Fermî Hat Kirin  Midûrê Ragihandin û Medyayê yê Desthilata Hewavaniya Sîvîl a Iraqê Cîhad Dîwan jî di daxuyaniya xwe de piştrast kir ku qedexeyên li ser trafîka hewayî ya sîvîl hatine rakirin û asmanê welat bi temamî ji bo bikaranînê ewle ye.

Ji bo hûrguliyên firînê û saetên geştên nû, tê pêşniyarkirin ku rêwî bi kompanyayên xwe yên firokeyan re bikevin têkiliyê.

 

Parve bike: