Kurdistan
Gestiyarên Îranê dilê esnafên Wanê xwes dikin
PeyamaKurd – Aqareka xelkê bajarê Wanê bi taybetî ya esnafên Wanê, li ser seredana geştiyaran yên Îranêye. Ji ber sînorê bajarê Wanê bi Îranê re heye, Îranî gelek caran diçin Wanê, pêdiviyên xwe ji wir dikirin û gelek caran cejnên xwe li Wanê derbas dikin.
Ji ber li Îranê ji bo 4 rojan tatîl hebû, xelkê Îranê ji bo kirîna pêdiviyan û ahengan çûn Wanê û bazara Wanê geş kirin.
Li Wanê ji seredana geştiyaran otêl, esnaf, xwaringeh, çayxane û hemû karsazên Wanê dahatê bi dest dixin û bi geşbûna bazarê dilxweş dibin.