TR KU SO
FB X
Kurdistan

Girê Spî | Di encama teqînekê de du kesan can dan

Admin L
Nivîskar
📅 01 nîsan 2022 15:57

PeyamaKurd Li Girê Spî li gundekî Kurdan TNT teqîya û di encama teqînê de, du kesan can dan.

Li gor zanyariyan, li gundê Bexdikê yê li rojavayê Girê Spî dînamîta TNT bi çend kesan ve teqiya ku tunel dikolan, di encamê de du kesan can dan û 10 kesên din jî birîndar bûn.

Hat ragihandin, kesên ku di teqînê de can dane ciwan bûne û navê wan Ebdo Ismaîl Xelîl û Merwan Seîd Ehmed e.

Herwiha hat eşkerekirin ku birîndarên bûyerê ji bo nexweşxaneya Kobanî hatine veguhestin.

Parve bike: