Girtiya 82 salî Makbule Ozer hat berdan
PeyamaKurd – Kurê wî da zanîn ku girtiya 82 salî Makbule Ozer bi lez hat berdan.
Ûbeydullah Ozer da zanîn ku diya wî di hesabê xwe yê Xê de hatiye berdan.
Di nivîsa xwe de wiha got: “Dayika min a hêja Makbule Ozer îro danê sibê bi lez û bez hat tehliyekirin.
Çi qewimî bû?
Makbule Ozer û Hadî Ozer ên li navçeya Edremîta Wanê dijîn, di 24ê Tîrmeha 2018an de li Wanê hatibûn binçavkirin.
Derbarê hevjîna Ozer de bi îdîaya 'Bi zanebûn alîkariya rêxistinê kirine' doz hat vekirin. Di encama dozê de 2 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Makbule û Hadî Ozer hat birîn.
Piştî ceza ji aliyê Dadgeha Bilind ve hat erêkirin, hevjîna Ozer di 9ê Gulana 2022an de hatin girtin û şandin Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê. Cezayê Makbule Ozer a ku gelek nexweşiyên wê hene û ji sedî 61 astengdar e, ji ber rapora ATKê ya "nikare li girtîgehê bimîne" salek hat taloqkirin.
Makbule Ozer di 7ê Îlona 2022an de hat berdan û hevjînê wê Hadî Ozer jî piştî ku cezayê wî xilas bû hat berdan.
Ozer piştî îxbara ATKê ya ku wê îsal di girtîgehê de bimîne cara duyemîn di 22ê Nîsanê de sewqî girtîgehê hat kirin.
Makbule Ozer ku bertekek mezin a raya giştî ya ji bo şandina wê ya girtîgehê hebû, îro danê sibê hat berdan.