Girtiyên PKKê bersiv dan daxuyaniya Ocalan: Berxwedan...
PeyamaKurd - Girtiyên doza PKK-PJAKê yên li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê piştî eşkerekirina hevdîtina Abdullah Ocalan a bi parêzeran re û daxuyaniya wî li ser berdewamkirina grevên birçîbûnê daxuyanî dan.
Li ser navê girtiyên PKKê Denîz Kaya bi rêya parêzeran da xuyakirin, "Hevdîtina bi Ocalan re girîng e, lê ev nayê wê wateyê ku tecrîd bi dawî bûye, divê şertên deklarasyona ku ji aliyê wan ve hatine ragihandin pêk bên û bêdudilî berxwedana xwe didomînin."
Grevên birçîbûnê ku bi parlamentara HDPê Leyla Guvenê ji bo rakirina tecrîda li Ocalan destpê kiribûn li girtîgehan jî ev 142 roj in berdewam dikin û 30yê Nîsanê jî 15 girtiyan dest bi rojiya mirinê kiribû.
Abdullah Ocalan di daxuyaniya îro ji aliyê parêzerên wî ve hat ragihandin de li ser grevên birçîbûnê wiha gotibû: