Kurdistan
Gora Jîna Mahsa Emînî car din tehrîb kirin
PeyamaKurd – Keça Kurd ya ji rojhilatê Kurdistanê Mahsa Jîna Emînî ya 22 salî ya ku ji aliyê polîsê Tehran a Îranê de hat kuştin, piştî defna wê çend car gora wê hat tehrîb kirin. Birayê Emînî Aşkan Emînî di ser hesabê xwe yê medya civakî de weha ragihand:
“Ew çend cara gorê bişkênîn em ê car din çêbikin. Ka em binêrin wê kî zû biweste!”
Li gor ragihandina rojnama The Guardianê; birayê Jîna Emînî wêneyê gora Jîn Emînî di ser hesabê xwe yê medyayê de belav kiriye.