Kurdistan
Goran û YNK hevdu tawanbar dikin: Êdî em li bendê namînin...
PeyamaKurd - Endamê Civata Niştimaniya Tevgera Goranê Emîr Hacî Kemal got ku YNK her roj hincetekê peyda dike û heq ew e ku ew êdî li hêviya YNKê namînin.
Emîr Hacî Kemal ji BasNewsê re got: “Em êdî ji ajandaya YNKê fêm nakin. Her rojê tiştekî dibêjin û hêcetekê dibinin. Nizanim wan soz dane hin aliyên din. Ev çend care rêkeftin têne kirin. Cîbicînekirina wan rêkeftinan jî dibe cihê nebawerî ye.”
Herwiha Endamê Civata Niştimaniya Goranê da zanîn, li gor hilbijardinê mafê kê çi be divê pê razî be û êdî divê demê nekujin û bo damezrindandina hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê ew li benda YNKê nemînin.”
Li aliyê din Endamê Mekteba Siyasî yê YNKê Ehmed Sadî Pîre jî îro eşkere kiribû ku sedema lihevnekirina PDKê û YNKê Tevgera Goran e.