TR KU SO
FB X
Kurdistan

Grûba Goran bang li terefên siyasî yê Kurdistanê kir

Admin M
Nivîskar
📅 28 gulan 2019 04:05

PeyamaKurd- Tevgera Goran îro bi awayeka nivîskî peyamekî belav kir û di mijara deverên Kurdistanî de banga civînê kir. Di peyama Goranê weha hat ragihandin:

“Netewa Kurd bi salaye bi xelkên din re bi biratî jiyan. Lê rejîmên netewaperest erdê xelkê Kurd îşxal kirin. Di encama siyaseta nijadperest de, her dem êrîşê deverên Kerkûk, Xaneqin, Şengal, Xurmatû, Mexmûr, Zumar û deverên dinan kirin. Lê hukumeta federal ya Iraqê naxawaze xala 140 ê bibîne û çareseriya arîşeyên di van deveran de nake. Divê hemû layên siyasî yên Kurdistanê bicivin, çareserî ji van deveran re bibînin û van deveran dagerînin ser rêvebiriya herêma Kurdistanê.”

Di demên dawiyê de Haşdî Şabî û grûbên weka wê, erdê Kurda ji wan distînin, genim û dehlên wan dişewitînin û wan didin koçkirin.

Parve bike: