TR KU SO
FB X
Kurdistan

Gur ket axwurê, 6 miyan xeniqand û 7an birîndar kir

Admin M
Nivîskar
📅 20 gulan 2023 23:52

PeyamaKurd – Li bakûrê Kurdistanê li navça Ercîş a bi ser Wanê li gundê Teşilovayê, duhî bi şev gur ket axwura miyan û di encamê de 6 miyan kuşt û 7 miyan jî birîndar kir. Xwediyê axwurê Huseyn Halisdemirê 70 salî rewşê ji muxtar re got û muxtar mijarê ji rêvebiriya çandiniyê û şaredariyê re got.

Rêvebiriya çandiniyê çû ciyê bûyerê û ji miyên birîndar re aşiya qûdûzê kirin. Xwediyê miyan ji dewletê destekê xwest ji ber ji ajalvanan re 6 mîh jimareka zêdeye û maddiyata wê zêde ye.

Parve bike: