Kurdistan
Guran êrîsê keriya miyan kir: 35 mîh telef bûn û 50 mîh wenda ne
PeyamaKurd – Li bakûrê Kurdistanê li bajarê Qersê li navça Zarûşadê (Arpaçay) li gundê Matatşenê (Melik) gurên ku birçî mabûn, di dema şivanê wan yê bi navê R.T. miyan li mêrgê diçêrand, êrîşê miyan kirin. Di encamê de 35 mîh telef bûn û 50 mîh wenda bûn. Di dema êrîşa guran de mîh ji hev belav bûn.
Ji bo dîtina 50 miyan xebata gundiyan dewam dike. Di bûyerên weha de carna eger li qereqolan drone hebin alîkariya gundiyan dikin da di rêya dronan de miyan bibînin.