Hakan Fîdan û Qubad Talebanî pêvajoya çareseriyê gotûbêj kir
PeyamaKurd - Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî û berpirsê bilind ê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Derbaz Kosret Resûl, li Enqere ya paytexta Tirkiyeyê ligel Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan civiyan.
Hate zanîn ku di hevdîtinê de, mijarên stratejîk û pirsên ewlehiyê yên herêmî hatin nirxandin.
Her du aliyan li ser serdema nû ya peywendiyan, pêngavên aborî û hevsengiya siyasî ya li navçeyê gotûbêjên berfireh kirin daku hevkariyên dualî di asta herî bilind de were xurtkirin.
Qubad Talebanî hûrgiliyên vê civînê li ser hesabê xwe yê medya civakî parve kirin û eşkere kir ku di civînê de pêvajoya çareseriyê ya di navbera Tirkiye û PKKê de hatiye gotûbêjkirin.
Talebanî destnîşan kir ku wan herwiha li ser avakirina hikûmeta nû ya Îraqê û rakirina astengiyên ku li pêşiya damezrandina Kabineya Nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ne, peyam û nêrînên xwe peşkeşî aliyê Tirkiyeyê kirine.