TR KU SO
FB X
Kurdistan

HDKê, nasnameyên sehîdên xwe ragihandin

Ruken güler
Nivîskar
📅 28 îlon 2022 18:30

PeyamaKurd- Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (HDK), nasnameya 2 şehîdên xwe yên di encama êrîşa hêzên Komara Îslamî ya Îranê hatibûn kuştin de ragihandin.

HDKê ragihandibû ku îro keleh û sekreteriya partiya wan hatiye bombebarankirin û di encama vê êrîşa hatiye kirin de şehîd û birîndar hene. Piştî van agahiyan, ji aliyê raydarên HDKê ve daxuyaniyek hat dayîn û bi rêya daxuyaniyê, nasnameya şehîdên êrîşê ragihandin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku îro saet di 10:30an de hêzên Komara Îslamî ya Îranê, bi moşek û dronên bombekirî êrîşî ser baregehên wan kirine.

Li gorî daxuyaniya ku hat dayîn, 2 kesên bi navê Mîlad Pîrsahib û Hejar şehîd bûne û hejmarek Pêşmerge jî birîndar bûne. Bi rêya daxuyaniyê hat diyarkirin ku dê di derbarê hûrgiliyan de daxuyaniyên din jî bên dayîn

Piştî êrîşê, ji aliyê çavkaniyên HDKê ve hatibû ragihandin ku Baregeha Sekretariyê û Kelaha partiyê hatiye bombekirin û hat zanîn ku Îranê di êrîşên îro de baregehên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê ya li bajarokê Koyê, Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistana Îranê ya li Zirgiwêzê ya li Silêmaniyê û Partiya Azadiya Kurdistanê ya li Pirdê kiriye. 

Parve bike: