TR KU SO
FB X
Kurdistan

HDP: Dijminatiya Kurdan berdin, bilez ji axa Sûriyê derkevin

Admin H
Nivîskar
📅 22 mijdar 2019 23:08

PeyamaKurd - Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Gunay Kubîlay di civîneke rojnamevanî ya li navenda HDPê got ku êdî deshilatdariya Tirkiyê ya AKP-MHPê rewatiya xwe winda kiriye û li ser êrîşên ser Rojavayê Kurdistanê û kuştina sivîlan bertek nîşan da.

'Hikûmet rêkeftinên ligel Amerîka û Rûsyayê binpê dike'

Kubîlay got, "Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sivîl tên qetilkirin. Ewlehiya gelê herêmê û gelê Kurd tune ye. Di êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de 478 sivîl hatine kuştin. 300 hezar mirov ji cihê xwe koç kirine. Hikûmet rêkeftina ligel Rusya û Amerîkayê binpê dike." 

Kubilay, li ser deklerasyona HDPê ya 20ê Mijdarê ku banga hilbijartinên pêşwext hatibû kirin û hatibû ragihandin ku ew ji parlamentoyê venakişin jî wiha axivî:

"Heta dawî em ê kozikên xwe yên siyasî biparêzin. Ji bo Tirkiye di nava aştî, demokrasî, azadi û jiyanek mirovî de bijî pêdivî bi siyaseteke nû ya demokratîk heye. Ji bo vê yekê HDP dê rola sereke bilîze. HDPê di civînê de banga hilbijartina pêşwext kiriye. Ne tenê jibo kesên beşdarî civînê bûn, bang li hemû kesên di bin zexta deshilatdariyê de ye kir. Deshilatdariya AKP-MHPê ketiye rewşa kêmaran. Rewatiya xwe winda kiriye. Rejîma Qesrê bi darbeya qeyûman vîna gelê Kurd xesp kiriye. Çavkaniya xwe ya rewa û demokratîk ji holê rakiriye.”

Kubîlay, polîtîkaya AKP-MHPê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî rexne kir û wiha got: "Pratîka AKP-MHP'ê ya dagirkeriya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê wekî têkçûyinek mezin bê nivîsandin. Rojek bê dê gelê Tirkiye hesabê vê yekê bipirse. Dê çîroka serkefta dîrokî ya Gelê Rojava ku dawî li hovîtiya DAIŞê anî, bê nivîsandin. Her tişt li pêş çavan e. Tu pirsgirêka Tirkiye ya ewlehiya bi cîranan re tune ye. Ji bo Tirkiye rêya dagirkeriya seranserî axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li xwe veke û dagirkeriya xwe rewa bike van gavan davêje. Hemû cihan vê yekê dizane. Hemû cîhan dizane hinceta Tirkiyeyê derewek mezin e.”

'Xeyalên Osmanî berdin'

Kubîlay,  Koalîsyona AKP-MHPê hişyar kir û xwest dest ji dijminantiya Kurdan berdin û got: "Dest ji dijminantiya Kurdan berdin. Li lez ji axa Sûriyeyê derkevin. Ev tenê xwîn hêsîrê çavan bi xwe re tîne. Dest ji xeyalên Osmanî berdin. Gelê Kurd tenê bi Bakur û Rojhilatê Sûriye ne bi sînor e. Demek e li dijî zemê benzînê li Îranê ji bo maf û azadiyê çalakî hene. Rejîma Îranê bi êrîşan û kuştinê bersîvan dide. Cihê herî zêde êrîş lê zêde Bajarên Kurdan û Rojhilat e.

Parve bike: