Kurdistan
HDP: Em di rêya IHD û baroyê bûyera zîndanê disopînin
PeyamaKurd- Partiya HDP ê ragihand ku ew di rêya İHD û Baro ya Batmanê de şewata ku di zîndana Batmanê de derket dişopînin. HDP beşa çapemeniyê weha ragihand:
“Bo tişteka neyînî çêbene, em hişyariyê didin. Parlementerên me Feleknas Uca, Necdet İpekyüz û Sıddık Taş li ciyê bûyerê mudaxele dikin. Di asta navendê de jî em mudaxele dikin û bi hezir tevdigerin. Em bang dikin ku kes an dezgeyên pêwendîdar ji bûyerê raya giştî agahdar bikin.”
Vê êvarê di çapemeniyê de hat ragihandin ku di zîndana Batmanê de serhildan çêbûye û di hinek nûçeyan de hat ragihandin ku di zîndanê de şewat derketiye.