TR KU SO
FB X
Kurdistan

Hedad: Piska Kurdistanê ya budçeya 2021ê wê wekî rêkeftina Hewlêr-Bexdayê be

Admin H
Nivîskar
📅 29 berfanbar 2020 23:23

PeyamaKurd - Cîgirê Serokê Parlementoya Iraqê Dr. Beşîr Hedad, piştî ku projeyasaya budçeya 2021ê ya Iraqê gihîşt ber destê parlamentoyê ragihand ku tê çaverêkirin pişka bûdçeya Herêma Kurdistanê li gor rêkeftina Hewlêr û Bexdyaê were bicihanîn.

Cîgirê Serokê Parlementoya Iraqê Dr. Beşîr Xelîl Hedad eşkere kir, yasaya bûdçeya 20201ê hatiye parlementoya Iraqê û wê meha bê Parlementoya Iraqê biryarê li ser bide.

Dr. Beşîr Hedad got ku  tê çaverêkirin di yasaya budçeyê de pişka Herêma Kurdistanê li gor rêkeftina Hewlêr û Bexdayê were bicihanîn û herdu alî pabendibûna xwe derbirî ne.

Budceya sala 2021ê ya Iraqê ku hatiye amadekirin, 164 trîlyon dînar e û pişka Herêma Kurdistanê jî 13 trîlyon dînar e.

Parve bike: