TR KU SO
FB X
Kurdistan

Hejmara dawî ya Tirkiyê: 92 kesan can daye, 5,698 kesên tûsbûyî hene

Admin H
Nivîskar
📅 28 adar 2020 00:53

PeyamaKurd - Wezîrê Tenduristiya Tirkiyê Fahrettîn Koca piştî civîna ligel Desteya Zanistî ya Coronavîrusê bi civîneke rojnamevanî ragihand ku îro 17 kesên din li seranser Tirkiyê ji vîrusa korona can dane û 2,698 tûşbûyên nû hatine tomarkirin.

Li gorî amarên Wezîrê Tirk, bi tevahî heta niha 47,823 test hatine çêkirin, hejmara mirinan gihîştiye 92 kesan û hejmara tûşbûyan jî bûye 5 hezar 698 kes. Herwiha 341 nexweş jî di beşên giran ên nexweşxaneyan de têne dermankirin, 42 nexweş baş bûne.

 

Parve bike: