TR KU SO
FB X
Kurdistan

Hejmara miriyan kêm bû, pêketiyên vîrusa korona hîn jî zêde ne

Admin H
Nivîskar
📅 10 gulan 2020 23:21

PeyamaKurd – Wezîrê Tenduristiya Tirkiyê Fahrettîn Koca amarên koronavîrusê yên 10ê Gulanê eşkere kirin.

Li gorî amaran di 24 saetên borî de, 1542 kesên din bi vîrusa koronayê ketine û 47 kesan jî can daye.

Hejmara pêketiyên Covid-19 li Tirkiye û bakurê Kurdistanê gihîştiye 138 hezar û 657 kesan û hejmara kesên mirine bûye 3 hezar û 786 kes.

Tirkiye bi kêmbûna hejmara miriyên Covid-19 re amadekariya asayîkirina jiyanê dike ku sibe 11ê Gulanê gelek tedbîr têne sistkirin.

 

Parve bike: