Kurdistan
Hejmarek ji koçberên Rojavayê Kurdistanê li pêsiya baregeha NY xwepêsandan kirin
PeyamaKurd – Li Hewlêrê hejmarek ji koçberên Rojavayê Kurdistanê, li pêşiya baregeha Netewên Yekgirtî xwepêşandan kirin û daxwaza mafên xwe kirin.
Li gor zanyariyan, îro hejmarek ji Kurdên Rojavayê Kurdistanê li pêşiya baregeha Netewên Yekgirtî li Hewlêrê xwepêşandan kirin û daxwaz kirin nameyekê radestî rayedarên Netewên Yekgirî bikin.
Xwepêşanderan bi rêya du zarokan, nameyek radestî rayedarên Netewên Yekgirtî kirin.