TR KU SO
FB X
Kurdistan

Heleb: Dewriyeyên ser taxên Kurdan hatin zêdekirin

Admin H
Nivîskar
📅 14 berfanbar 2025 17:13

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku dorpêça li ser taxên Kurdan Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê berdewam dike û dewriyeyên hêzên Sûriyê hatine zêdekirin.

Endamên hêzên hikûmeta veguhêz a Şamê bendên kontrolê danîne û dewriyeyên xwe li dora her du taxan didomînin.

Herwiha hêzên ewlehiya Sûriyê rê nadin ku sotemenî û gelek madeyên din ên pêwîstiyên welatiyan derbasî wan taxan bibin.

Hate diyarkirin ku dewriyeyên hêzên Sûriyê li dorûbera taxan hatiye zêdekirin û bi taybet jî dewriye li pêşiya bendên hevbeş yê Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hikûmeta Veguhêz têne kirin.

Çavkaniyên taxan dibêjin, çûnûhatina xelkê jî tê astengkirin.

Parve bike: