TR KU SO
FB X
Kurdistan

Hem Washingtonê hem jî Tehranê Nêçîrvan Barzanî dawet kir

Admin H
Nivîskar
📅 17 rêbendan 2020 19:47

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ku niha li Davos a Swîsre beşdarê Forûma Aborî ye ragihand ku hem Koşka Spî û hem jî Îranê vexwendin jê re şandine ku serdana wan welatan bike.

Nêçîrvan Barzanî ev agahî di hevpeyvîna digel malpera El Monîtorê de da û ragihand, herdu aliyan vexwendinên cuda jê re şandine daku serdana Amerîka û Îranê bike û da zanîn ku wî hê dema serdanên xwe yên bo Amerîka û Îranê diyar nekiriye.

Herwiha Nêçîrvan Barzanî da xuyakirin ku ew dê  li Forûma Aborî ya Davosê bi Cîgirê Serokê Amerîkayê Mike Pence re jî hevdîtinekê pêk bîne.

Parve bike: