TR KU SO
FB X
Kurdistan

Hengaw: Di meha Sibatê de 6 kolber hatin kustin, 11 jî birîndar bûn

Admin H
Nivîskar
📅 02 adar 2022 21:40

PeyamaKurd – Rêxistina Mafên Mirovan Hengaw amarên meha borî yên êrîşên pasdarên rejîma Îranê bi ser kolberên Kurd de û qurbaniyan eşkere kir.

Li gorî Hengawê di meha Sibata 2022yan de herî kêm 6 kolberên kurd hatine kuştin û 11 kolber jî birîndar bûne.

Hengawê diyar kiriye, 11 kolberên birîndar bûne 5 ji wan bi guleya pasdaran birîndar bûne û 4 kes jî ji ber teqîna mînan birîndar bûne. Herwiha du kolber jî di rûdanên trafîkê de birîndar bûne.

Parve bike: