TR KU SO
FB X
Kurdistan

Hengaw: Kolberekî Kurd hat kustin û 2 kolber birîndar bûn

Admin M
Nivîskar
📅 10 tebax 2022 00:32

PeyamaKurd – Li Rojhilat li ser sînorê bajarê Şîno kolberekî hat kuştin û 2 kolber birîndar bûn. Pasdarên Îranê li ser sînorê bajarê Şîno bi sîlihan li koberê Kurd xistin û di encamê de Mihemed Emîn Ehmedî (30) yê ku li ser nûfûsa Urmiyê, devera Mêrgewerê gundê Lacanê qeydkiriye, jiyana xwe ji dest da û 3 kolber jî birîndar bûn.

Li gor ragihandina Komela Mafê Mirovan ya bi navê Hengawê, hêzên pasdarên Îranê îro li herêma Gadarê bi sîlihan li kolberan xistine û di encamê de Ehmedî jiyana xwe ji dest daye. Ehmedî zewicandiye, 2 zarokên wî hene û cenazê wî birine nexweşxana navça Nexedê.

Parve bike: