Henri Levy: Ez bawer dikim ku Kurdistan wê azad bibe!
Zanyarê Fransî yê meşhûr Henri Levy got ku Ez bawer dikim ku Kurdistan wê azad bibe. Heke hinekî ‘emrê min têr bike, ez ê azadiya Kurdistanê bibînim.
Li paytexta Fransayê li Parîsê, bi navê “Piştî IŞÎDê Kurdistan” konferansek hate lidarxistin. Zanyarê Fransî yê meşhûr Henri Levy di konferansê de axivî û wiha got: “Bi rêzdar Danielle Mitterand re di navbera Fransa û Kurdan de pêwendiyên kûr û dîrokî dest pê kirin. Ez bawer dikim ku ev pêwendî wê xurtir bibe û bidome. Fransa bi Serokomar Macron li Rojhilata Navîn wê piştgiriya xwe ji bo Kurdan bidomîne. Levy di dema referandûma Kurdistanê de piştgiriya azadiyê kiribû û piştre jî fîlmê Pêşmergeyan kişandibû. Levy axaftina xwe wiha berdewam kir:
“Fransa xwediyê hêzeke leşkerî ya mezin e. Li dijî zilm û êrîşên li ser Kurdan, divê Fransa berpirsiya xwe bîne cih. Heke Kurd jî azadiyê bixwazin, ez bawer im ku Gelê Kurdistanê wê azad bibin. Lê belkî hinekî dem lazim be.