TR KU SO
FB X
Kurdistan

Her dû serokwezîr civiyan

Admin M
Nivîskar
📅 08 sibat 2019 03:42

PeyamaKurd- Îro serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li payîtexta Iraqê li Bexdayê bi serokwezîrê Iraqê Adil Abdulmehdî re civiya. Bi Nêçîrvan Barzanî re wezîrê Iraqê yê darayî û cîgirê wezîrê darayî Dr. Fûad Huseyîn û wezîrê karên hundir yê Kurdistanê Kerîm Şengalî hebûn.

Li gor ragihandina hukumeta Kurdistanê; di hevdîtinê de behsa xurtkirina têkiliyên her dû aliyan, hevkarî û di her aliyê de xebata pêkve hat axaftin. Her dû alî balê kişandin ser arîşeyan ku di çarçoveya destûrê de bên çareserkirin. Barzanî bo hewldanên wî yên bo çareserkirina têkiliyên navbera hukumeta herêma Kurdistanê û hukumeta navendî ya Bexdayê sipasiya serokwezîr Adil Abdulmehdî kir.

Parastina mafê milletên Iraqê, aramî û îstîqrara welat, xizmeta milletê, geşepêdana aborî û mijara îmarê, babetên wan bûn yên ku balê kişandin ser wan.

Parve bike: