Herêma Kurdistanê di rêxistina ISO de bû xwediyê koda xwe ya elektronîkî
PeyamaKurd – Rêxistina Standardên Navdewletî (ISO) bi rengekî fermî Herêma Kurdistanê weka herêmeke li Iraqê nas kir û kodeke taybet jê re da.
Emojiya Ala Kurdistanê di qada dîjîtalê de bi fermî tê çêkirin û ciyê xwe di nav alayên dinyayê de girt. Koda li ser dîjîtalê bi remza IQ-KR ye û ji bo her sê parêzgehên Hewlêr, Silêmanî û Duhokê hat dabînkirin. Ji bo parêzgeha Helebçeyê jî bikeve ber, xebat dewam dikin.
Li ser mijarê cîgirê serokwezîrê Kurdistanê Qubad Talabanî di ser hesabê xwe yê medya civakî de mijarê weha ragihgand:
“Çend sal berî niha min soz dabû ku wê emojiya Ala Kurdistanê bê çêkirin. Îro me pêngaveke girîng ber bi wê armancê ve avêt. ISO bi fermî Herêma Kurdistanê nas kir. Ev pêngav di danûstandinên elektronî yên navdewletî de û pêngavên zêdetir ên ber bi hikûmeta elektronî ve, ji me re dibe alîkar.”
Ji bilî naskirina Herêma Kurdistanê weka herêmek li Unicode, dike ku dezge, sazî û rêxistinên herêma Kurdistanê bi sazî û dezgeyên navdewletî re bi hêsanî têkiliyan deyne.”
Rêxistina Standardên Navdewletî (International Organization for Standardization=ISO), rêxistineke taybet e ji bo danîna pîvanên destûrên bazirganî, pîşesazî û karên girêdayî teknolojiyê û heta niha zêdetirî 160 welat ji aliyê vê rêxistinê ve hatine naskirin.