Kurdistan
Herêma Kurdistanê: Ji ber Kovid-19 ê îro 8 kes wefat kirin
PeyamaKurd – Wezareta tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê rêjeyên rojane û yên heya îro yên Kovid-19 ê belav kir. Li gor wezaretê îro 8 nexweş ji ber Kovid-19 ê wefat kirin. Jimarên wezaretê bi tevahî wehanin:
Jimarên Îro:
6.945 test îro hatin kirin
1.006 pêketiyên îro hene
8 nexweş îro wefat kirin
1.359 nexweş îro baş bûn
Jimarên heya îro:
3.924.784 test heya îro hatin kirin
423.924 pêketî heya îro hene
402.352 nexweş heya îro baş bûne
7.312 nexweş heya îro wefat kirin
14.260 nexweş dermankirina wan dewam dike