Herêma Kurdistanê û Endonezyayê vîdeo-konferansek li ser bazirganiyê li dar xistin
PeyamaKurd – Li Silêmaniyê, vîdeo-konferansek di navbera Herêma Kurdistanê û welatê Endonezyayê de, ji bo aborî geş bibe û mezinahiya danûstandina bazirganî were zêdekirin, pêk hat.
Tevî zirara ji ber vîrusa Koronayê li cîhanê û bandora wê li kêmbûna liv û tevgera bazirganiyê, mezinahiya danûstandina bazirganî ya di navbera Endonezya û Herêma Kurdistanê de zêde bûye.
Li gor zanyariyên ji Bazirganên Herêma Kurdistanê, di serdema Koronayê de bi milyonan dolar danûstandina bazirganî bi welatê Endonezyayê re hatiye kirin.
Her sal konferansa aborî li welatê Endonezyayê ji bo bazirganan û rayedaran pêk te, da ku danûstandinên bazirganî were zêdetirkirin, lê îsal bi rêya vîdeo-konferansê bazirganên her du aliyan, nêrînên xwe yên xebatê parve kirin.
Serkonsolê Endonezyayê yê li Iraqê da zanîn, hewl didin hejmarek kargeh bînin Kurdistanê, da ku ji aliyekî ve derfetên kar pêk bînin û ji aliyekî din ve jî berhemên xwe bi lêçûnên kêmtir, bixin bazarê.
Zêdetirî 30 bazirgan li sînorê Silêmaniyê, bi welatê Endonezyayê karê bazirganî dikin û xurek û kelûpelên ku ji Endonezyayê hawirde dikin, li hemû deverên Iraqê dabeş dikin.