TR KU SO
FB X
Kurdistan

Hesda Sei'bî daxuyanî li ser êrîsa mûsekî ya li Hewlêrê belav kir

Admin L
Nivîskar
📅 01 cotmeh 2020 13:45

PeyamaKurd – Di derbarê êrîşa mûşekî ya li Hewlêrê, Fermandariya Operasyonên Neynewa ya Heşda Şei’bî daxuyaniyek belav kir.

Li gor Fermandariya Operasyonên Neynewa ya Heşda Şei’bî diyar kir, wan pêdeçûnek li ser lêdwan û helwestan kiriye di derbarê arastekirina mûşek û armanckirina Hewlêrê û “em dax û sersamiya xwe di derbarê hinek karvedanên bilez derdibirin û ronî dikin, ku ew navçeya mûşek tê de arasteyî Hewlêrê hatine kirin, navçeyeke çol e û dikeve navbera sêgoşeya artêş, hêzên Heşda Şei’bî û Hêzên Pêşmerge.”

Di daxuyaniya xwe de Fermandariya Operasyonên Neynewa ya Heşda Şei’bî ragihand, wan lêkolîn di derbarê bûyerê de kirine, di kamerayan de wêneyê wê otomobîlê derdikeve ku mûşek hilgirtibûn.

Herwiha di daxuyaniyê de tê gotin, li ser fermana bi Fermandariya Lîwa 30 a Heşda Şei’bî hatiye dayîn wê lêkolîn û pêdaçûnekê di derbarê vê êrîşa mûşekî bê kirin û em “dê pişt re cihê tevgerkirina otomobîlê û ew aliyê ku dever di bin kontrolê de ye eşkere bikin.”

Li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê şeva derbasbûyî, 3 mûşek li nêzikî baregeha Hizba Demokrata Kurdistana (HDK) ketin xwarê. Hevdem çend mûşek jî li nêzikî hêzên Hevpeymanan ên li Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê ketin xwarê.

Dije Terora Herêma Kurdistanê jî wêneyên wê wesayîta ku mûşek jê hatine avêtin belav kir û aşkere kir ku milîsên Heşda Şei'bî 6 ji nêzikî Mûsilê 6 mûşek rasteyî Balafirxaneya Hewlêrê kirin.

Dije Terora Herêma Kurdistanê da zanîn, 6 mûşek ji derveyî Hewlêrê ve hatine avêtin, li dûrî balafirxaneya Hewlêrê li cihekî çol ketine, tu ziyanên canî nebûne. Li gorî daxuyaniya Dije-Terora Herêma Kurdistanê, ji wan 6 mûşekan 2 neteqîne.

 

Parve bike: