Heta niha ji ber êrîsan 102 zarokên Efrînê astengdar bûne
PeyamaKurd – Di encama êrîşên bi ser Efrînê de ku ji dema destwerdan û dagirkirina bajêr ji aliyê artêşa Tirkiyê û çekdarên alîgirên wê ve dest pê kiriye, 102 zarokên Efrînî yên birîndar bûbûn, astengdar mane.
Ji ber êrîşên esmanî û bejahî yên artêşa Tirkiyê bi sedan sivîl jî di nav de jin, mêr û zarokên Efrînê, astengdar bûne û êdî nikarin mîna berê bijîn.
Hat zanîn ku ji wan 102 zarok bi awayekî mayinde astengdar bûne û zehmetiyan dikişînin.
Hinek bi awayekî dijwar ji serê xwe birîndar bûne, wê jî bandor li mêjî kiriye û ji aliyê mejî yan bedenî ve astengdar bûne. Hinek jî çavên xwe ji dest dane û nema dikarin pêşiya xwe bibînin. Hinekên din jî yan mil an jî lingên wan jêbûne. Herwiha di laşê hinek zarokan de heya niha perçeyên çekan hene.
Weke mînak, Elya Mistefa ya 12 salî, ku ji ber bermahiya bombeyeke artêşa Tirk a dagirker, çavekî xwe winad kir. Ebdulqadêr Cuma her du çavnên xwe ji ber bermahiyên moşeka dagirkeriya Tirk, winda kirin. Ev her du zarok di nav bi dehan zarokên Efrînê de ne, yên ji ber êrîşên dagirkeriya Tirk, bi awayekî mayînde astengdar bûne.
Li gorî Heyva Sor a Kurd, astengdariyên zarokên Efrînê wiha ne:
– 21 ji serî ve astengdar bûne
– 19 ji ling ve astengdar bûne
– Hejmarek mezin navbera astengdariya dest û korbûnê de ne
– Tevî astengdariya derûnî
Hêjayî gotinê ye, ji ber kêmbûna derfetên dermankirinê kêm ji wan zarokan hatine tedawîkirin ku li bendê ne li derveyî welat tedawiya wan bê kirin.