TR KU SO
FB X
Kurdistan

Hevdîtina sanda Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Iraqê bi dawî bû

📅 23 mijdar 2019 20:25

PeyamaKurd - Hevdîtina şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdûlmehdî li Bexdayê, bi dawî bû.

Îro Şemiyê şandeke bilind a herêma Kurdistanê bo danûstendinên li ser pirsgirêkên petrol û budceya giştî ya Iraqê û pişka kurdan, serdana Bexdayê bike û li gel wezîrê darayî û serokwezîrê Iraqê civiyabû.

Şandeya herêma Kurdistanê ji serokê dîwana encûmena wezîran, wezîrê darayî û aborî li gel wezîrekî herêmê pêk dihat.

Tê çaverêkirin ku naveroka hevdîtinê bi raya giştî re jî were parvekirin.

Parve bike: