Hevpeymanî Pêsmerge ji bo êrîsên kîmyayî û biyolojîk perwerde dike
PeyamaKurd - Hevpeymaniya Navdewletî rahênana 2 hezar Pêşmergeyên Zêrevanî bidawî anî ku Hêzên Hevpeymanan du mehan carekê rahênanê bi 2 hezar pêşmergeyan dikin û heta niha rahênan bo zêdetirî 40 hezar pêşmergeyan kirine.
Li gorî raporta peyamnêra Rûdawê Peyam Serbest, beşek ji wan pêşmergeyên ku rahênan bi wan hatiye kirin, jin in ku hejmarek ji wan jinan jî ji pêkhateya Kurdên Êzidî ne. Berpirsê wê xûla serbazî dibêje, ew rojane pêşketinê di nav wan pêşmergeyan de dibînin.
Pêşmergeyên jin dibêjin, jinbûn li pêşiya wan û erkê wan ê leşkerî nebûye asteng û ew bi hez û hêviyeke mezin ve rojane 10 demjimêran rahênanê li gel pêşmergeyên din dikin.
Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê, Kolonel Myles Caggîns ragihand, ew Hêzên Pêşmerge li ser nûtirîn mekanizmên şer perwerde dikin, ji bo ku bikarin di dema êrîşan û êrîşên kimyawî û jehrî de xwe biparêzin.
Kolonel Myles Caggîns diyar kir: “Me li vir rahênana hêzên serbazî yên bejayî heye, herwiha em rahênana parastinê ji bo Pêşmergeyên Jin encam didin û hejmarek rahênanên din jî wek rahênanên li ser êrîşên bayolojîk û kîmyayî. Hemû ew rahênan ji aliyê hêzên hevpeymanan ku ji çend welatan pêk hatine, tên encamdan.”
Fermandarê Navenda Hevahengiya Rahênanê ya Kurdistanê (KTCC), Kolonel Giuseppe Levato jî derbarê armanca lidarxistina wan xûlên rahênanê got: “Li vir pêşketineke berçav dibînim di pêşmergeyan de û gelek hez dikin fêr bibin. Cuda ji wê yekê ku ji kîjan beşê ve hatine, çi Zêrevanî yan jî Bersivdana Bilez, ez gelek ji wan razî me, ew gelek amade û xwedan şiyan in.”