TR KU SO
FB X
Kurdistan

Hevpeymaniya Navdewletî ji bo hêzen Pêsmerge daxwazek ji PDK û YNKê kir

Admin H
Nivîskar
📅 07 sibat 2023 23:06

PeyamaKurd - Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê peyamek belav kir û derbarê hêzên Pêşmerge de daxwazek ji Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) kir.

Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê ji Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) xwest ku ji bo bicihkirina rêkeftina navbera Amerîka û Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hev re kar bikin.

Hat diyarkirin ku hevpeymanî bi şirîkatiye ligel Pêşmerge şanaziyê dike û dê hevkariya Hêzên Pêşmerge ji bo jinavbirina DAIŞê bidomîne.

Konsulxaneya Amerîkayê ya li Hewlêrê jî li ser medya civakî eşkere kir, ew pêşwaziyê li hemahengî û nêzîkatiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li ser reforma Wezareta Pêşmerge dikin.

Konsolxaneyê diyar kir ku wê yekrêzîya herêma Kurdistanê asayîş û aramîya Iraq û herêmê bi giştî biparêze.

Parve bike: